Haberin Kapısı

Şêx Qutbeddînê Korıkî: Jıyan, Berhem û Kesayetıya Wî Ya Edebî

TARİH

Şêx Qutbeddînê Korikî (k.d. 1979) yek ji helbestvanê klasîk e ku mexlesa “Xakî” bi kar aniye. Korikî di dergahê Şêx Seydayê Cizîrî yê girêdayî şaxa Basretê de perwerde bûye û hem îcazeya xwe ya ilmî hem jî ya xelîfetiyê ji Şêx Seyda wergirtiye. Her çend di perwerdehiya takekesî ya Korîkî de para malbata wî çêbûbe jî di geşedana wî ya ilmî, tesewifî û edebî de Şêx Seyda û dergahê wî bandoreke xurt lê kiriye.

Şêx Qutbeddînê Korikî ji aliyê pêşiyên xwe ve seyîd e û malbata wî bi navê “Bûbê Kal” tê naskirin. Ev malbat di nav Kurdan de navdar, qedirbilind û bibandor e. Navê bavê Şêx Qutbeddîn, Mele Brahîm; navê diya wî Dirê (Durre) ye. Dirê Xanim jî neseben digihîje şêxên Geylanî yên Girêsîrî. Mele Brahîm her çend xelîfetiya Neqşebendîtiyê standibe jî zêdetir bi meletiyê tê naskirin. Lewra temenê xwe bi meletî û dersdariyê borandiye. Mele Brahîm xwediyê çar kur û du keçan e. Kurên wî Mele ‘Ebdulkerîm, Mele Mihemmed Emîn, Mele Bawedîn (Bahaeddîn) û kurê herî biçûk Şêx Qutbeddîn e. Şêx Qutbeddîn (Yıldız) di sala 1916an de li gundê Korikê ku vêga taxeke Batmanê ye çêbûye.

Şêx Qutbeddîn berî ku Elmedîna di bin avê de bimîne li dibistana fermî xwendiye lê ne diyar e ku heta kîjan astê xwendiye.[3] Li bal bavê xwe dest bi xwendina medreseyê kiriye û heta ew birine leşkeriyê jî xwendina xwe li bal bavê xwe domandiye. Dema Şêx Qutbeddîn li leşkeriye bûye, bavê wî Mele Brahîm wefat kiriye. Piştî vegerê di şûna bavê xwe de meletiya Korikê kiriye û ji bo xwendina ‘Erebî çûye gundê Tilmercê (girêdayî navçeya Bişêriyê ye) bal kekê xwe Mele ‘Ebdulkerîm. Li gundê Tilmizê (girêdayî navçeya Bişêriyê ye) jî li bal Mele Hesenê Tilmizî[4] xwendina xwe domandiye. Piştî wefata Mele Hesenê Tilmizî jî vê carê berê xwe daye gundê Basorkê û li bal Mele Fexredînê Batmanî[5] xwendina medreseyê domandiye. Seyîd Qutbeddîn û Mele Fexredînê Batmanî berê xwe dane Cizîra Botan bi zor û zehmetî xwe gihandine Şêx Seydayê Cizîrî, pê bawer kirine, li dergahê wî mane. Hem Seyîd Qutbeddînê Korikî hem jî Mele Fexredînê Batmanî îcazeya şêxîtiyê ji Şêx Seyda wergirtine (Ünalan, 2009: 357). Bêguman Şêx Seydayê Cizîrî bandoreke mezin li jiyana Şêx Qutbeddîn kiriye û piştî ku bûye dildarekî dergahê Şêx Seyda heta ku îcazeya medreseyê standiye întîsabî wî kiriye. Destûrnameya medreseyê (Cezerî, 2015: 51) ya Şêx Qutbeddîn di sala hicrî ya 1375an (m.1955) de bi îmzeya Şêx Seydayê Cizîrî û Seyîd ‘Eliyê Findikî hatiye amadekirin û pesendkirin. Korikî îcazeya terîqeta Neqşebendîtiyê (Cezerî, 2015: 222) jî dîsa ji Şêx Seyda disala hicrî ya 1378an (m.1959) de, destûrnameya Delaîlu’l-Xeyratê[6] jî di sala 1383yan (m.1963) de wergirtiye.

Şêx Qutbeddîn mirovekî hişyar, xwedî berpirsiyarî û ji derdora xwe haydar bûye. ‘Ilmê xwe di riya xizmeta gelê xwe de bi kar aniye û xwe ji gelê xwe dûr nekiriye. Korikî piştî wefata bavê xwe pêşî li gundê xwe pişt re jî li navenda Batmanê di Mizgefta Yıldızê -ya ku wî bixwe ava kiriye- de bi usûla medreseyê dersên xwe domandiye. Di serî de endamên malbatê, xizmên xwe û pişt re jî gelek feqî perwerde kirine û îcazeya ‘ilmî daye hin ji van kesan. Ji bilî feqiyên herêmê ji deverên din (Elezîz, Semsûr, Konya hwd.) jî bi mebesta xwendinê gelek kesan qesda Şêx Qutbeddîn kirine. Korikî ji bo îrşada dîn û terîqetê li herêmê geriyaye. Nemaze li bajarê Wanê navçeya Ozalpê û li gundên derdora navçeyê yên bi navê Mele Hesena Jorî, Mele Hesena Xwarî, Keşîşa Jêr û Keşîşa Jorî û hin gundên din îrşada terîqetê kiriye.

Korikî Kurdî, ‘Erebî, hinek Farisî û pir kêm jî Tirkî zaniye. Xutbeyên xwe ji ber ku Kurdî qedexe bû nikariye bixwîne lê belê tu carî bi Tirkî jî nexwendiye. Zeynelabidîn Zinar di bîranîneke xwe de wiha behsa vê rewşê dike: “Rojekê Şêx Qutbedîn gote min: Birazî va ye diyanetê emir kiriye ku xutbeya roja inê bi zimanê tirkî were xwendin, ez jî bi tirkî nizanim û zarûkên min jî li xwendinê ne. Tu rojên înan were li mizgeftê xutbe bixwîne, yên mayî ez dikarim bimeşînim. Piştî wê gotina Şêxê gorbihişt, min demek dirêj di rojên înan de xutbe li mizgefta wî xwend heta kurê wî gorbihişt Seyid ‘Umer xwendina xwe kuta kir û hat Êlihê” (Korikî, 2017: 6). Korikî, wek mirovekî alim gelekî girîngiyê daye ilm û xwendinê. Nîşaneya vê ew e ku di mercên zehmet ên siyasî de dest ji dana dersê bernadeye, gelek feqî û mele perwerde kirine. A herî girîng jî ew e ku li kêleka perwerdeya medreseyê hemû zarokên xwe di xwendingehên fermî de jî daye xwendin. Korikî, digel aliyê xwe yê ilmî û tesewifî her weha kesayetekî xwedî berhem e jî. Korikî, her çend di demeke ku mercên wê ji aliyê siyasî ve rê li ber xebatên dînî û çandî girtibe jiya be jî, dîsa jî di nav tevgereke ilmî de bûye û bi berhemên ku bi zimanê gelê xwe nivîsiye hewl daye ku xizmeta civaka xwe bike. Di rewşeke wiha astengdar de hem xwendina xwe ya medreseyê domandiye heta ku qedandiye û destûrnameya ilmî û terîqetê bi dest xistiye hem jî vegeriyaye welatê xwe heta ku çûye dilovaniya Xwedê li gund û bajaran xizmet û teblîxa gelê xwe kiriye.

Çar kur û du keçên Şêx Qutbeddîn Korikî hene. Navên kurên wî bi rêzê Fexredîn, ‘Umer, ‘Elî û ‘Ebdullah e. Navên keçên wî Marya û Cemîle ne. Korikî di sala 1979an û 63 saliya xwe de li Batmanê çûye ber dilovaniya Xwedê û li kêleka bavê xwe Mele Brahîm hatiye veşartin.

Berhemên Şêx Qutbeddînê Korikî[7]

Şêx Qutbeddînê Korikî li gorî lêkolîn û agahiyên ku li ber dest li pişt xwe bi Kurdî ‘eqîdenameyeke menzûm, sê helbest û mewlûdnameyeke neqediyayî; bi Erebî jî hin qesîde û menqibeyeke (Cezerî, 2015: 100) der barê Şêx Seyda de hiştiye. Dîsa li gorî agahiyên li ber dest di pirtûkxaneya Korikî ya taybet de gelek pirtûkên destxet hebûne lê belê di dema derbeya leşkerî de ji ber xetereya ku bên girtin ew pirtûk di bin axê de hatine veşartin û careke din nehatine dîtin.[8] Di vê beşê tenê li ser berhemên Kurdî dê bê rawestan.

Eqîdename: Hazîhî Hediyyetu’l Îxwan fî ‘Eqîdetî’l Îman[9]

Berhema bi navê Hazîhî Hediyyetu’l-Îxwan fî ̒Eqîdetî’l-Îmana Şêx Qutbeddînê Korikî mînakeke cureya ‘eqîdenameyê ye. Berhem bi destxeta Mele Celaleddîn[10] hatiye îstînsaxkirin û vêga di pirtûkxaneya malbatê de ye. Bêguman berhema wî ya herî girîng ‘eqîdenameya wî ye û hêjayî lêkolînê ye. Şêx Qutbeddînê Korikî, armanca nivîsîna ‘eqîdenameya xwe di destpêka berhemê de diyar kiriye. Armanca wî ya sereke ew e ku gelê wî “riknên îman û Îslamê” bi awayekî baş bizanin û bi wan emel bikin. Vê mebesta xwe wiha diyar kiriye:

Muḥeqqeq bizan dîn û îmanê wan Ku kamil dibîtin yeqîn bêguman 

Yeqîn rukn û îman û Îslam(i) me

Li ser me temaman bizan lazim e (Korikî, ‘Eqîdeya Îmanê, r. 7)

Armanca din jî ew e ku wekî ‘eqîdenûsê edebiyata Kurdî yê yekem Ehmedê Xanî berhema xwe bi mebesta fêrkirina dînê Îslamê bi Kurmancî ji bo zarokên gelê xwe nivîsiye. Ev armanc ji malikên jêrîn dikare bê fêmkirin:

Ku neẓm kim ji bo van biçûkê ‘ezîz

Reḥet be li ser wan ḥifiẓ kin temîz

Xwe hîn kin rewa kin bi emrê Xuda

Yeqîn wacib e her li ser bav û da

Li dû wan welîy yû weṣî ey ‘ezîz

Ku te‘lîma ẓarwan bikin ew temîz (Korikî, ‘Eqîdeya Îmanê, r. 7)

Her çiqas mebesta sereke, fêrkirina zarokan be jî Korikî bala mezinan jî dikişîne ku sistî nekîn û bi van riknan emel bikin:

Eger çi me gotî ji bo ẓaruwan

Lê qeṣda me ‘am e ḥeta kamilan

Çi mêr bin çi jin bin ‘emel pê bikin

Ji vir pê de êdî ku sistî nekin (Korikî, ‘Eqîdeya Îmanê, r. 7)

Her çiqas mijara sereke ya cureya ‘eqîdenameyan “riknên îmanê” bin jî di hin berheman de behsa şertên Îslamê û çendîn mijarên din jî tê kirin. Di menzûmeya Korikî de jî mijara sereke riknên îman û şertên Îslamê ne. Li kêleka van hin agahiyên din jî hene. Berhem ji beşa destpêkê, beşa sereke û encamê, bi beş û binbeşan tevahî ji pazdeh beşan pêk tê. Şêx Qutbeddînê Korikî jî bûye şopînerê Ehmedê Xanî û ‘eqîdenameya xwe bi teşeya mesnewiyê bi behra muteqarib a “Fe‘ûlun, fe‘ûlun, fe‘ûlun, fe‘ûl” nivîsiye. Korikî ‘erûzê bi awayekî serkeftî bi kar aniye. Nimûneyek ji malikên ‘eqîdenameyê ji bo bikaranîna ‘erûzê:

Fe‘û lun fe‘û lun fe‘û lun fe‘ûl

Şukur bo / te ya Reb / Xudaê / Kerîm

Muşerref / te kir min / bi dînê / qewîm (Korikî, ‘Eqîdeya Îmanê, r. 1)

Mewlûdname

Korikî mewlûdnameyek bi destxeta xwe nivîsiye lê belê neqadandiye.[11] Mewlûd, peyveke ‘Erebî ye û di ferhengê de tê wateya “cih û dema jidayikbûnê.” Mewlûdname ew metnên dînî-edebî ne ku bi Cenabê Pêxember re têkildar in. Di huner û edebiyata Îslamî de ji merasimên ku ji bo salvegera jidayikbûna Cenabê Pêxember tên kirin re tê gotin û navê wan berhemên hevpar e ku bi mebesta li van merasiman bên xwendin hatine nivîsîn (Özel, 2004).

Mewlûdnûsî di edebiyatên gelên Misilman de bûye kevneşopiyek. Di tarîxa edebiyata

Kurdî de bi qasî tê zanîn cara yekem Mela Huseynê Bateyî di vî warî de berhemek nivîsiye. Melayê Bateyî bi vê berhema xwe di edebiyata Kurdî de bûye pêşengê cureya mewlûdnameyê. Nivîskarên ku ji Bateyî vir de mewlûdnameyan nivîsîne dane pey şopa wî. Ev berhem di medreseyên Kurdîstanê de jî hatine xwendin û niha jî di nav civaka Kurdan de girîngî û rêzeke mezin ji xwendina mewlûdê re heye. Mela Mehmûdê Bayezîdî jî di berhema xwe ya ku li ser rewresmên Kurdan nivîsiye de amaje bi vê adetê dike û dibêje: Ew jî mewlûd didine xwendin (Bayezîdî, 2010: 66).

Mewlûdnameya Korikî, ji 85 malikan pêk tê û bi teşeya mesnewiyê, bi qalibê ‘erûzê yê behra remel “Fa’ilatun Fa’ilatun Fa’ilun”ê hatiye honan. Malika destpêkê û ya dawî ya mewlûdê wiha ye:

Ḥemd û şukur hem senaê bê ‘eded

Roj û şeva daîm j’bo Rebbê Ṣemed (Korikî, Mewlûd, r. 1)

Ref‘et û ṭa‘et hidayet bûn yeqîn

Hem se‘adet hem şefa‘et în çunîn (Korikî, Mewlûd, r. 11)

Heke di edebiyata Kurdî ya klasîk de wek pêşêngê cureya mewlûdnameyê berhema Mele Huseynê Bateyî esas bê girtin û digel nîvcomayina mewlûda Korikî berawirdiyek bê kirin encamên wiha dertên holê:

Korikî jî wekî Bateyî mewlûdnameya xwe bi heman qalibê erûzê nivîsiye.

Mewlûdnameya Bateyî ji nozdeh beşan pêk tê (Bateyî, 2012: 5). Korikî mewlûdnameya xwe dabeş nekiriye. Di şûna dabeşkirinê de mijar di nav malikan de honandine. Bateyî bi navê “Hemdê Xwedê” beşa destpêkê nivîsiye. Korikî di destpêkê de bê sernav di navbera malikên 1-14an de “Hemd û sena”yê ji Xwedê re kiriye. Bateyî bi navê “Pesnê Pêxember” beşek terxan kiriye. Korikî di navbera malikên 15-28an de “Pesnê Resûlê Xwedê (s.x.l.)” daye. Bateyî bi navê “Xêra Xwendina Mewlûdê” beşek nivîsiye. Korikî di navbera malikên 29-77an de behsa “Xêra xwendin û dana mewlûdê” kiriye. Bateyî bi navê “Afirandina Nûra Pêxember” beşek nivîsiye. Korikî jî bê sernav di navbera malikên 78-85an de dest bi mijara

“Afirandina Cenabê Pêxember” kiriye û berhem li vir bi dawî bûye. Bateyî di malika dawî ya her beşê de malika jêrîn dubare kiriye:

Ger divêtin hûn ji narî bin necat

Bi ‘eşq û şewqek hûn bibêjin: es-selat (Bateyî, Mewlûd, r. 40)

Korikî her çiqas berhema xwe dabeş nekiribe jî di dawiya her beşê de dubareya li jêrîn nivîsiye:

Ger dixwazin wan cennatê ‘aliyat

Pur bixunin ser Muḥemmed eṣ-ṣelat (Korikî, Mewlûd, r. 3)

Helbestên Wî

ku me berê jî behs kiribû di pirtûkxaneya Şêx Qutbeddînê Korikî ya taybet de gelek pirtûkên destxet hebûne û em texmîn dikin ku di nav van de dê hin helbestên din ên Korikî hebin. Mixabin em gihîştin tenê sê helbestên Korikî yên Kurmancî. Em dixwazin li vir bi kurtî li ser şikl û cûreyên van helbestan rawestin û di vî warî de agahîyan bidin.

Şikl û Cureyên Helbestan

Helbesta Yekem: Ev helbest bi terzê xezela musemmetê hatiye nivîsîn û ji 12 malikan pêk tê. “Xezela musemmet cureyek ji xezelê ye û hemû taybetmendiyên xezelê di xwe de dehewîne. Lê di xezelên musemmet de beytên xezelê di nav xwe de jî bi serwa ne ku dema mirov wan serwayan li bin hev bên rêz bike murebbayek derdikeve meydanê” (Adak, 2014: 416). Wezna xezelê “Mustef ‘ilun Mustef ‘ilun Mustef ‘ilun Mustef ‘ilun” (recez) e. Malika yekem û ya dawî ya xezela Korikî:

Min dî bi xef weqta seḥer selwa şepal zêrînkemer

Meşya di burcê hate der ker kir dilim ev rengciger

Şehzadeya nazikqeba hatî bi lez teşbîhi ba

Go: Xakîyim ṣed merḥeba qewlen feṣîḥen mu‘teber (Korikî, Mîn Kelamî’l, r. 1-4)

Helbesta Duyem û Sêyem:

Her du helbestên din li ser pesnê Şêx Muhemmed Se‘îdê Cizîrî ne û bi teşeya muxemmesa mutekerrîr hatine nivîsîn. Wateya eslî ya muxemmesê “tişta ku pêncîne, pênc koşeyî” ye. Wek têgeheke edebiyatê, navê wê şiklê nezmê ye ku ji bendên pênc rist pêk tê. Ristên dawî yên bendan ku wekî hev bê dubarekirin ji vî cureyê muxemmesan re “muxemmesa mutekerrîr”, neyê dubarekirin “muxemmesa muzdewîc” tê gotin (Saraç, 2015: 123). “Di şêweya muxemmesa mutekerrîr de her pênc misrayên benda yekem hemserwa ne, yanî benda yekem muserre‘ e. Di bendên dî de her çar misrayên pêşî bi awayên cuda hemserwa ne, misrayên dawî jî dubareya misraya dawî ya benda yekem e. Ev şêwe dibe “muxemmesa mutekerrîra kit a asayî.”(Adak, 2019: 412-413). Korikî her du helbestan jî bi qalibê ‘erûzê (behra remel) yê “Fa‘ilatun Fa‘ilatun Fa‘ilatun Fa‘ilun”ê honaye. Benda yekem û ya dawî ya muxemmesa ku ji heft bendan pêk tê:

̒ Îd e û newroz mubarek bit li te Şahê Se‘îd Ṣed tehiyyat û selamê Xaliqê ‘Erşê Mecîd Mislê baranê bibarin kulle weqtin bi’ş-şedîd[12]

Ḍa‘efe’l-lahû muḍa‘ef [13] ew li ser Seyda Se‘îd

Murşidê min rehberê min el-eman Şahê Se‘îd (Korikî, Hazî Qesîdetu, r. 12)

Ateşê û şewq û muḥebbet fî’ḍ-ḍemîrî[14] bûn herîn

Daġ û derdê dil ġedar in jê dizên her ab û xwîn

Sail e her dem li dergah Quṭbuddînê pir muhîn[15]

Mehderek bo wî bibexşe ‘înde fexri’l-murselîn[16]

Seyyidê min rehberê min el eman Şahê Se‘îd (Korikî, Hazî Qesîdetu, r. 15) Benda yekem û ya dawî ya muxemmesa ku ji 11 bendan pêk tê:

Min heye şahek ji şeyxan pur wefadar û kemal

Aṣifê textê zeman e ew ji bo ehlê dila

̒Alimê memlû’ ji ‘ilmê axiẕ e j’nûra Celal

Menbe‘a ava ḥeyat e ew ji bona waṣila

Înnehu durrun ferîdun amir e b’emrê Xuda[17] (Korikî, Hazî Ma Qale, r. 5)

Quṭbê dehra me ye Ṣeyda ew ‘ezîzê Miṣr û Şam

Dîn û mecnûn mîn hewahû ṣaḥibê haẕe’s-suṭûr

Bigre ewwel tu ji ewwel summe’s-sanî we’s-selam

Edatu’t-te‘rîfî edxîl îsmê naẓim bû ẓuhûr

Înnehû durrun ferîdun amir e b’emre Xuda (Korikî, Hazî Ma Qale, r. 11)

Kesayetiya Wî ya Edebî[18]

Şexsên ku Bandor li Şêx Qutbeddînê Korikî Kirine

Piraniya helbestvanên klasîk çi ji aliyê edebî ve çi jî ji aliyê alema xwe ya derûnî ve be di nivîsîna berhemên xwe de hin kesayetiyên navdar ji xwe re kirine rêber û ew şopandine. Çawa ji aliyê şikl û naverokê ve berhem hatibin dubarekirin herwiha jî ji aliyê şêwazê ve jî hatine teqlîdkirin. Dibe ku sedema vê bandorê tenê ne ji aliyê edebî ve, ji têkiliyên şexsî be jî. Di jiyan û berhemên Şêx Qutbeddînê Korikî de em rastî bandora hin kesayetiyên girîng ên dînî yan jî dînî-edebî hatin. Nemaze di berhemên Korikî de bandor û şopên gelek helbestvan û berhemên wan ên sereke tên dîtin. Ciyawaziyeke Xakî ew e ku ji helbestvanên cihê û berhemên cihê parçeyan wergirtiye û bi awayekî têkel di helbesta xwe de honaye. Di vê beşê de li gorî kronolojiya tarîxî behsa bandora hin kesayetên girîng û berhemên wan li ser kesayetî û berhemên Korikî hatiye kirin.

Mela Ehmedê Cizîrî

Edebiyata Kurdî ya klasîk di serdema mîrektiyan de di asta herî bilind de ye û gelekî berhemdar e. Melayê Cizîrî jî di vê atmosfera guncaw de jiyaye, bûye mamoste û pêşengê edebiyata Kurdî ya klasîk. Cizîrî li gelek helbestvan an peyrewên xwe bandor kiriye. Korikî jî di bin bandora wî de maye û nezîreyeke ku ji aliyê teşe, kêş û şêwazê ve dişibihe xezela Melayê Cizîrî (Cizîrî, 2013: 292-294) nivîsiye. Malika yekem û ya dawî ya xezela Cizîrî:

Xelko li min kin şîretê ew dilbera zêrînkemer

Min dî di halê xefletê hate der ji bircê wek qemer

Zahir dibêjim pendîgir da dil nedî zulfa herîr

Şubhê Melê dimînî esîr guhderê qewlê mu‘teber

Malika yekem û ya dawî ya xezela Korikî jî wiha dest pê dike:

Min dî bi xef weqta seḥer selwa şepal zêrînkemer

Meşya di burcê hate der ker kir dilim ev rengciger Şehzadeya nazikqeba hatî bi lez teşbîhi ba

Go: Xakîyim ṣed merḥeba qewlen feṣîḥen mu‘teber (Korikî, Mîn Kelamî, r. 1-4)

Korikî jî wekî Cizîrî xezela xwe bi qalibê ‘erûzê yê behra recez bi “Mustef ‘ilun Mustef ‘ilun Mustef ‘ilun Mustef ‘ilun”ê honaye. Korikî dîsa xezela Melayê Cizîrî ya jêrîn ji xwe re mînak:

‘Îd e û her kes ji dîdara te lê pîroz e ‘îd

Ez tinê mehrûmê dîdar im bi sed menzil be’îd

Dergehê lutfa te xanim ma li mehrûman vebî

Inne kelben basiten dehren zira‘en bi’l-wesîd

Er bi kuşti wer bi hiştin emr û fermana te bit

Ahmed ‘ebdun reqîqun waqifun beyne’l-‘ebîd (Cizîrî, Dîwan, r. 282-284)

Korikî di muxemmesa xwe ya jêrîn de hem hin komepeyv û ristan ji xezela Cizîrî wergirtiye û hem jî bi heman weznê wate, “Fa‘ilatun Fa‘ilatun Fa‘ilatun Fa‘ilun”ê nivîsiye:

‘Îd e û her kes muferreḥ ez tenê bê çare bûm

Karê ‘alem ‘îş û ‘işret karê min ḥuzn û humûm

Rûreşê şerma gunah im lew ji ḥeḍret dûr(i) bûm

Raciyê luṭfa te şahim ez di ẕenban ġerq(i) bûm

Seyyidê min rehberê min el eman Şahê Se‘îd (Korikî, Hazî Qesîdetu, r. 12)

Ya Se‘îden, Ya Se‘îden Ya Se‘îden Ya Se‘îd

Înnî kelbun basiṭun dehren zira‘ey bi’l-wesîd [19]

Ente quṭbun ente ferdun ente şemsun ez ‘ebîd 20

Înnenî ‘ebdun ẓaîfun waqifun beyne’l-‘ebîd 21

Murşidê min rehberê min el eman Şahê Se ̒îd (Korikî, Hazî Qesîdetu, r. 14)

Bi giştî ji van helbestên ku hatine dayîn û ji gelek parçeyên biçûk ên ji wergirtinên dîwana Cizîrî jî diyar e ku Nîşanî çiqas bandoreke bihêz li Xakî kiriye.

Ehmedê Xanî

Ehmedê Xanî di tarîxa edebiyata Kurdî de kesayetiyekî gelekî girîng e ku bandoreke xurt li peyrewên xwe kiriye. Tenê ne ji aliyê ramanên xwe ve her wiha ji aliyê taybetmendiyên berhemnûsiya xwe ve jî bûye pêşeng û mînak. Bi qasî ku tê zanîn destpêkerê ‘eqîdenûsiya Kurdî ye û yên din hemû li ser şopa wî ne. Dikare bê gotin ku ‘Eqîdeya Îmanê ya Xanî fihriste ye ji bo ‘eqîdenûsên peyrewên xwe. ‘Eqîdenameya Xanî bi sedsalan di medreseyên Kurdan de wek pirtûkeke dersê hatiye xwendin û jiberkirin (Çiçek, 2009: 47). ‘Eqîdenûsên li pey wî ji berê heta bi roja me hem ji aliyê naverokê ve hem jî ji aliyê ziman, teşe û şêwazê ve Xanî şopandine. Şêx Qutbeddînê Korikî jî ji van şopîneran yek e. Di ‘eqîdenameya Korikî de hem ji aliyê honana mijar û şêwazê ve hem jî ji aliyê teşeyê ve rêçên Xanî tên ditîn. Korikî wekî Xanî ‘eqîdenameya xwe bi heman teşe û qalibê ‘erûzê tefîleyên “Fe‘ulun fe‘ulun fe‘ulun fe‘ulun”ê nivîsiye. Ji bo mînak Xanî wiha nivîsiye:

Li wî ra nebûrîne weqt û zeman

Ne sal û ne meh û ne hîn û ne an (Xanî, ‘Eqîdeya Îmanê, r. 70)

Korikî her du ristên li jêr jî bi şêwaza Xanî honaye:

Di her sal û mah û we şehr û we an

Di her ḥîn û leḥẓe zeman û mekan (Korikî, ‘Eqîdeya Îmanê, r. 4)

Ehmedê Xanî di ‘Eqîdeya Îmanê de mijara sifetên subutî yên Xwedê wiha dide:

Sifatê di seb‘e ji bo Zu’l-Celal

Bizan heft in ey ‘arifê purkemal

Xweşî, Şîn û Zanîn û Vîn û Kelam

Bihîstin digel Dîtinê bûn temam (Xanî, ‘Eqîdeya Îmanê, r. 73)

Korikî di ‘eqîdenameyê de bi malika jêrîn dest bi sifetên Xwedê yên subutî dike. Bi şêwaza Xanî bi termînolojiyeke Kurdî van sifetan rêz dike:

Ṣifatê kemalî hene j’bo Xuda

Ji wan ḥeft qedîm in jê nabin cuda (Korikî, ‘Eqîdeya Îmanê, r. 9)

Sifetên Xwedê yên subutî ku Xanî di‘Eqîdeya Îmanê de bi termînolojiya Kurdî nivîsiye û ya Korikî ku di ‘eqîdenameya xwe de rêz kiriye bi vî şiklî ye:

Navlêkirina Xanî           Navlêkirina Korikî

Xweşî                           Saxî

Şîn                               Quwwet

Zanîn                            Zanîn

Vîn                                Vîn

Kelam                           Xeberdan

Bihîstin                          Bihîstin

Dîtin                              Dîtin

Mela Huseynê Bateyî

Kesayetiyekî din ê girîng ku bandor li peyrewên xwe kiriye Mela Huseynê Bateyî ye. Bateyî nûnerekî dînî-edebî yê edebiyata Kurdî ye û bi berhema xwe ya cureya mewlûdnameyê bûye mînak ji bo peyrewên xwe. Wekî gelek mewlûdnûsên Kurd, Şêx Qutbeddînê Korikî jî Bateyî ji xwe re kiriye mînak û hem di ‘eqîdename û hem jî di mewlûda xwe de ji Mewlûda wî sûd wergirtiye. Ji bo nimûne Bateyî di Mewlûda xwe de di beşa Întiqala Nûra Pêxember de pêşiyên Muhemmed (s.x.l.) rêz dike:

Jêrê ‘Ednan ta bi ‘Ebdullah guhist

Bîst û yek bab in hemî rast û durist Silsila wî ta bi Adem da û bab

Pêkve dê biçne beheştê bê hîsab (Bateyî, Mewlûd, r. 30-32)

Korikî jî di ‘eqîdenameyê de di binbeşa Fî Mebḥesî Neslîhî We Be‘dî Ewṣafîhî de wekî Bateyî pêşiyên Cenabê Pêxember (s.x.l.) rêz dike:

Ebî Me‘dî ‘Ednan temam tu bizan

Biçin cennetê bê ḥîsab û mîzan Evan bîst û yek bavê min gotine

Yeqîn ke muḥeqqeq xîlaf tê tune (Korikî, ‘Eqîdeya Îmanê, r. 13)

Şêx Qutbeddînê Korikî di mewlûda xwe de jî Bateyî ji xwe re kiriye mînak. Ji bo nimûne Bateyî di beşa Hemdê Xwedê de wiha gotiye:

Ew Xwedayê bênazîr û Zu’l-celal

Bêmîsal û bêheval û bêzewal (Bateyî, Mewlûd, r. 10) Korikî malika jêrîn bi şêwaza Bateyî honaye:

Ew Xudaê bêzewal û bêwezîr

Bêneẓîr û bêmîsal û bê‘eşîr (Korikî, Mewlûd, r. 1) Bateyî di dawiya her beşê de malika jêrîn dubare kiriye:

Ger divêtin hûn ji narî bin necat

Bi ‘eşq û şewqek hûn bibêjin: es-selat (Bateyî, Mewlûd, r. 11)

Malika dubareyê ya Korikî jî wiha ye:

Ger dixwazin wan cennatê ‘aliyat

Pur bixwunin ser Muḥemmed eṣ-ṣelat (Korikî, Mewlûd, r. 3)

Malikên her du berheman jî bi qalibê ‘erûzê yê “Fa’ilatun Fa’ilatun Fa’ilun”ê hatine ristin. Gelek mînakên din dikare bê dayîn lê belê tenê ji van taybetmendiyên hevpar jî diyar e ku Korikî daye pey şopa Bateyî.

Mela Xelîlê Sêrtî

Mela Xelîlê Sêrtî ku bi mexlesa “Şewqî” tê zanîn kesayatiyekî girîng û xwedî berhem ê edebiyata Kurdî ya klasik e. Berhema wî ya bi navê Nehcu’l-Enamê ku li ser ‘eqaîd û exlaqê hatiye nivîsîn nimûneyeke edebiyata dînî ye û di medreseyên Kurdan de ji bo perwerdehiya xwendekaran wek pirtûka dersê hatiye bikaranîn. Korîkî çawa ku ji Xanî sûd wergirtiye her wiha di ‘eqîdenameya wî de şopên Mela Xelîlê Sêrtî jî tên dîtin. Ji bo nimûne Mela Xelîlê Sêrtî di Nehcu’l-Enamê, Behsa Rîsaletê de wiha gotiye:

Ji nesla Qureyş e ji tuxmê ‘Ereb Nubuwwet di sala çilî dayê Reb

Ji Mekkê ku balî Medînê ve çû

Li wê deh buwar in ji dinyayê çû (Sêrtî, Nehcu’l-Enam, r. 24-25)

Korikî jî di beşa Fî Mebḥesî Neslîhî We Be‘dî Ewṣafîhî de wiha behsa wesfên Cenabê Pêxember (s.x.l.) kiriye:

Ji nesla Qureyş e we Haşim ḥebîb Bi eṣlen ‘Ereb tu bizan ey lebîb Ji Mekkê bi balê Medînê ve çû

Li wê der wefat kir ji dunyaê çû (Korikî, ‘Eqîdeya Îmanê, r. 10-11) Mela Xelîlê Sêrtî di Behsa Şemailê Muhemmed de wiha gotiye:

Ne reş bû sipîsorekî esmerî Mudewwer bû wech û rihên enwerî

Bi roj û bi şev hem li pêş û li pâş

Wekî yek didî haşa inkâr û haş (Sêrtî, Nehcu’l-Enam, r. 25)

Korikî jî dîsa di beşa Fî Mebḥesî Neslîhî We Be‘dî Ewṣafîhî de wiha behsa şemaila Cenabê Pêxember (s.x.l.) kiriye:

Ne reşkî qemer bû Şehê Enwerî

Ne kej bû sipîṣorekî esmerî (Korikî, ‘Eqîdeya Îmanê, r. 11)

Ji pêş û ji paş ve muḥeqqeq yeqîn Weke hev didî wî Resûlê Emîn

Bi roj û bi şev hem di ṭarî yû nûr

Wekî yek didî wî Nebiyyê ṣebûr (Korikî, ‘Eqîdeya Îmanê, r. 10)

Digel minakên ku me bi berawirdî dan gelekên din nîşaneya bandora Şewqî li ser Korikî ye.

Şêx Ebdurehmanê Aqtepî

Piştî serdema mîrektiyan wek mekan Aqtep ji bo edebiyata Kurdî ya klasîk bûye navend û nûnerên wî jî bûne danêrê ekoleke edebî. Bi giştî nûnerên ekola Aqtepîyan, nemaze jî Şêx

Ebdurehmanê Aqtepî ku bi mexlesa “Rûhî” tê nasîn bandoreke bihêz li peyrewên xwe û edebiyata Kurdî ya klasîk kiriye. “Di nav nûnerên ekola Aqtepiyan de nemaze Şêx

Ebdurehmanê Aqtepî bi reseniya berhem û şêwazeya xwe ya edebî xwedî cihekî taybet e”

(Adak, 2015). Du berhemên girîng ên Rûhî ku bi kurmancî nivîsiye hene: Rewdu’n-Neîm û Dîwan. Rûhî bi van her du berhemên xwe “wek helbestvanekî dahêner bandor li gelek helbestvanên pey xwe kiriye.” (Adak, 2017). Aqtepî jî piştî jiholêrabûna mîrektiyên Kurdan ji gelek edîbên Kurd re bûye mînak. Şêx Qutbeddînê Korikî di bin bandora Aqtepîyan de jî maye û di destpêka ‘eqîdenameya xwe de yan beşa ku “sebebê telîfê” aniye zimên de di ristekê de wiha dibêje:

Wekî Şeyxê Aqtep me go çend kelam

Teberruk bibin em bi wan wesselam (Korikî, ‘Eqîdeya Îmanê, r. 2)

Di ‘eqîdenameyê de ne diyar e ku Korikî ji nûnerên ekola Aqtepiyan behsa kîjanî dike. Adak ji bo bandora Şêx Ebdurehmanê Aqtepî li ser Korikî wiha dibêje: “Şêx Qutbedîn ji aliyê edebî ve li pey şopa Şêx Ebdurehmanê Aqtepî çûye. Lewra di vê berhema wî de bi terzê “Wekî Şeyxê Aqtep me go çend kelam...” îfadeyên wî hene.” (Adak, 2012: 447). Zinar ji bo bandora

Aqtepî li ser Korikî dibêje ku: Şêx Qutbedîn, Şêx Ebdurehmanê Axtepî bo xwe kiriye mînak û weha domandiye: Wekî Şeyxê Aqtep me go çend kelam... (Korikî, 2017: 3) Ji bilî ‘eqîdenameyê dema li helbestên Korikî jî bê nihêrtin bi hêsanî dikare bê gotin ku di helbestên xwe de carinan ji hevok û peyvên helbestên curbicur ên Aqtepî sûd wergirtiye carinan ji hêla şêweyê ve Rûhî teqlîd kiriye. Korikî carinan jî ji xalên cuda yên helbestên Rûhî sûd wergirtiye di helbestekê de civandiye. Heke rista yekem a muxemmesa Korikî ya ku li ser pesnê Şêx Seyda nivîsiye li ber çav bê girtin dikare bê gotin ku ev Aqtepî, Şêx Ebdurehmanê Axtepî ye:

Yan bi xwe Keşşaf û Sawî yan Rûhiyê Şemsuddîn[20]

Şibhetê Tebrîz û Se‘dî ku li meydan bim beda

Ne tenê ‘aciz ḍeîf e ev esîrê dilbirîn

Bel hezar şubhê Ferezdeq ew li meydan bûn geda

Înnehû durrun ferîdun amir e b’emre Xuda (Korikî, Hazî Ma Qale, r. 10)

Aqtepî wek alim û şêxekî Neqşebendî di helbestên xwe de bi pêsindarî behsa damezirînerê Neqşebendîtiyê, Şêx Bahaeddîn kiriye (Aslanoğlu, 2019). Ji bo nimûne di vê muxemmesa jêrîn de Aqtepî pesnê Şahê Neqşebend[21]daye û hawariya xwe gihandiyê:

Kelbê Şahê Neqşîbend im; ta li dunya, zende me

Me‘dena cûd û sexa yî; ez, feqîr im, hewce me

Der-sulûkê rahê heq; ez, murxekî per-beste me

Bêhişê xemra gunah im, ‘asîyê şermende me

El-eman şahê mezin! Yexsîrê zencîra te me! (Aqtepî, Dîwan, r. 142)

Korikî jî bi heman şêweyê pesnê Şêx Seydayê Cizîrî daye. Muxemmesa Korikî ya ku bi rista “ ̒Îde û newroz mubarek bit li te Şahê Se ̒îd” û muxemmesa din a ku bi rista “Min heye şahek ji şeyxan pur wefadar û kemal” dest pê dike ji aliyê mijar û şêweyê ve dişibihin muxemmesa Rûhî ya jorîn. Ji aliyê honana vegotinê ve jî bandora Rûhî li ser Korikî eşkere ye. Rûhî di helbestên xwe de girîngiyeke mezin daye aheng û melodiyê. Wî di vê çarçoveyê de di gelek helbestan de neqerat bi kar anîne û cih daye hunera tekrîrê (Adak, 2017). Du nimûne ji berhemên Rûhî di heqê tekrîrê de:

Ya ‘Elîyya ya ‘Elîyya ya ‘Elîyya ya ‘Elî

Şod zî tîxî abîdared rûyê ‘alem muncelî (Axtepî, Dîwan, r. 48)

Huseyna Huseyna Huseyna Huseyn

Kuca Fatîme Murteza ‘eyne ‘eyn (Aqtepî, Rewdu’n-Ne‘îm, r. 283)

Korikî ji aliyê şêweyê jî di bin bandora Rûhî de maye. Bendek ji muxemmes û malikek jî ji ‘eqîdenameya Korikî ku hunera tekrîrê bi şêweya Aqtepî bi kar aniye:

Ya Se‘îden, ya Se‘îden ya Se‘îden ya Se‘îd

Înnî kelbun basîṭun dehren zira‘ey bi’l-wesîd

Ente quṭbun ente ferdun ente şemsun ez ‘ebîd

Înnenî ‘ebdun ẓaîfun waqifun beyne’l-‘ebîd

Murşidê min rehberê min el eman Şahê Se ̒îd (Korikî, Hazî Qesîdetu, r.14)

Xudaya Xudaya Xudaya Xuda

Bi wî Ferdê Emced di weqtê me da (Korikî, ‘Eqîdeya Îmanê, r. 31)

Ji van mînakan jî diyar e ku Korikî, Rûhî teqlîd kiriye. Li gorî van agahiyan dikare bê gotin ku ev kes, Şêx Ebdurehmanê Aqtepî ye.

Şêx Muhemmed Se‘îd Seyda Cizîrî

Şêx Muhemmed Se‘îd Seyda yan Şêx Seyda ku bi leqeba “Emced” tê zanîn li devera Cizîrê kesayetiyekî girîng û xwedî dergah e. Dergahê Şêx Seyda ji aliyê sîlsileya tesewifî ve girêdayî dergahê Basretê ye û di sedsala XXan de li herêmê dergahekî zêde bibandor û berhemdar e. Dergahê Şêx Seyda li Cizîrê demeke dirêj bûye navendeke tesewifî û li dora wî dergahî muhîteke edebî ava bûye. Di dergahê Şêx Seyda de li kêleka edebiyata tekyayê, lê ji wê zêdetir edebiyata dîwanê ya klasîk jî hebû. Li wir ew kesên ku ilmê medreseyê xwendibûn bi edebiyatê re meyildar bûn eleqeyeke mezin bi berhemên edebî nîşan didan (Adak, 2012: 465-485).

Şêx Seyda hem seydayê Korikî yê ilmî ye hem jî şêxê wî yê terîqetê ye û xelîfetî jî daye Şêx Qutbeddîn. Dergahê Şêx Seyda ji Şêx Qutbeddîn re bûye cihê cazîbeyê. Bandora Şêx Seyda li ser Korîkî bi qenaeta me zêdetir ji aliyê me‘newî û ilmî ve ye. Korikî hem di çend cihên ‘eqîdenameyê de pesnê Şêx Seyda daye hem jî qesîdeyeke bi ‘Erebî (Cezerî, 2015: 100) û du medhiyeyên ku tên zanîn li ser nivîsiye. Ji bilî helbestên Korikî nameyên ku Şêx Seyda ji Korikî re şandine (Cezerî, 2015: 191) jî têkiliya Korikî û Şêx Seyda nîşan dide. Şêx Qutbeddîn ew ji xwe re wekî rêber, çavkaniya ilm û comerdiyê, xwediyê halên pir xerîb, ji dilê xwe re wekî tebîb, taca serê hemû alim, sofî û zahidan dibîne. Xuya ye ku Korikî hem ji aliyê alema xwe ya derûnî ve û hem jî ji aliyê atmosfera edebî ve zêde di bin bandora dergahê Şêx Seyda de maye. Der heqê bandora Şêx Seyda li ser Korikî de çend malik ji ‘eqîdenameyê:

Xudaya Xudaya Xudaya Xuda

Bi wî ferdê Emced[22] di weqtê me da Ewê tacê re’sê hemî ‘aliman

Digel şeyx û ṣofî we hem zahidan (Korikî, ‘Eqîdeya Îmanê, r. 31)

Di her du bendên muxemmesên jêrîn ên ku Korikî nivîsiye de jî bandora Şêx Seyda diyar e:

‘Îde û newroz mubarek bit li te şahê Se‘îd

Ṣed teḥiyyat û selamê Xaliqê ‘Erşê Mecîd

Mislê baranê bibarin kulle weqtin bi’ş-şedîd

Ḍa‘efe’l-lahû muḍa‘ef ew li ser Seyda Se‘îd

Murşidê min rehberê min el eman şahê Se‘îd (Korikî, Hazî Qesîdetu, r.12)

Ew şehê Seydayê enwer e me‘dena ṣidq û ṣefa

Qaidê şer‘a muṭehher maḥiyê ẓulm û cefa

Tu ji bo me afîtab î ey munewwer ba wefa

Melhema derd û birînan meẓherê ma qed xefa

Înnehû durrun ferîdun amir e b’emre Xuda (Korikî, Hazî Ma Qale, r. 6)

Mexlesên Wî

Mexles, bi kurtî navê edebî ye ku di edebiyata klasîk a Îslamî (edebiyatên ‘Erebî, Farisî, Tirkî, Kurdî û yên dî) de ji aliyê helbestvan û naziman ve di helbest û menzûmeyan de hatiye bikaranîn (Adak, 2018). Mexles, ji bo naskirina kesayetiyên edîb gelek caran hin argumanan dide mirovî, bi piranî li gorî qarektera helbestvan tê bijartin û rê li ber tevlîheviya helbestan digire (Pala, 2014: 294).

Şêx Qutbeddîn di berhemên xwe de nasnavên “Xakî”, “Xakîyê Korikî”, “Qutbuddîn” bi kar aniye. Carinan bi şiklê “Xakî”, carinan jî wekî ravekekê “Xakiyê Korikî yan jî Xakîyê rûsiya” bi kar aniye. Xakî ji peyva “xak” û paşgira “î”yê pêk tê. Ji aliyê hevsengiya tef’îleya ‘erûzê ve beramberî tef’îleya “fe‘lun”ê tê. “Korikî” jî nîspeta cihê jidayikbûnê ye. Ev nîşaneya peyrewiya kevnoşopiya helbesta klasîk e. Sê nimûne ji bo mexles û bikaranîna navê wî:

Digel cumleê mu’min û ṣaliḥ e

Ji bo Xakîyê Korikî’l-Fatiḥe (Korikî ‘Eqîdeya Îmanê, r. 40)

Ḥeşir ke evî Quṭbuddînê ḥeqîr

Di nav ehlê meḥşer meke wî esîr (Korikî ‘Eqîdeya Îmanê, r. 35)

Şehzadeya nazikqeba hatî bi lez teşbîhi ba

Go: Xakîyim ṣed merḥeba qewlen feṣîḥen mu‘teber (Korikî, Mîn Kelamî, r.4)

Şêx Qutbeddîn di benda dawî ya muxemmesa jêrîn de jî bi hunerê û awayekî veşarî navê xwe nivîsiye:[23]

Quṭbê dehra me ye Seyda ew ‘ezîzê Miṣr û Şam

Dîn û mecnûn mîn hewahû ṣaḥibê haẕe’s-siṭûr

Bigre ewwel tu ji ewwel summe’s-sanî we’s-selam

Edatu’t-te‘rîfê edxîl îsmê naẓim bû ẓuhûr

Înnehû durrun ferîdun amir e b’emre Xuda (Korikî, Hazî Ma Qale, r. 11)

Sedemê bikaranîna mexlesa “Xakî” çi ye em nizanin; lê belê dema li paşxaneya jiyana Korikî bê nihêrtin, dikare li ser sedemên vê şîrove bên kirin. Ji bilî wateyên sembol û mezmûnên ku di edebiyata klasîk de tên bikaranîn ên ku tên dîtin, wateyên wan ên dînî û tesewifî jî hene. Tevger û pêkhateyên tesewifî, bûne xaleke ku bandor li wateya mezmûnên veşarî ku di helbesta klasîk de hatine bikaranîn, kirine (Levend, 2005). Hin sedemên der barê raveyên ku li ser wateya mexlesê, naveroka wê, bijartina wê, mebesta bikaranîna wê hwd. hatine kirin jî mesleka helbestvan bixwe…wesf û rewşên derûnî; çalakî û girêdanên dînîtesewifî ne û pişt didin bûyereke sosret a girêdayî hal û rewşên hatine serê helbestvan (Tolasa, 2002: 234).

Şêx Qutbeddînê Korikî mirovekî hem ‘alim û muderis hem jî şêx û mutesewif bû. Ji ber vê, bandora çanda Îslamî û tesewifî li ser kesayetiya wî ya edebî eşkere ye. Mexlesa Korikî li gorî nêrîna me mîzaca wî nîşan dide û Korikî bi bikaranîna mexlesa “Xakî” îşaretî esl/havênê mirovî dike, li xwe tîne ku ji axê hatiye afirandin û dîsa dê vegere bin axê. Çawa ku mirov dixwaze xeta û qisûrên xwe bitemêre bin axê, xwe paqij bike; Korikî jî di gelek cihan de xwe gunehkar û bi qisûr dibîne, bi vê nîspetê gaziya xwe bal Xwedê ve dike:

Xudaya tu Xakî mu‘eẕẕeb nekî

Di tirbê bi min re bi reḥma xwe kî (Korikî ‘Eqîdeya Îmanê, r. 34)

Zimanê Wî

Tesbîtkirina daneyên zimên û şêweya kesayeteke edebî bi awayekî birêkûpêk girêdayî qewareya berhem an koma berheman e. Ev jî di edebiyata klasik de bi nirxandina dîwanekê yan helbestên ku bi teşeyên curbicur hatibin nivîsîn pêkan e.

Şêx Qutbeddînê Korikî ne xwedî dîwan e. Ji bilî ‘eqîdenameyê mewlûdeke neqediyayî û tenê sê helbestên wî li ber dest hene. Ji bêr vê yekê nirxandina taybetmendiyên zimên û şêwaza Korikî dikare bi berfirehî pêşî li gorî berhema wî ya ‘eqîdenameyê pişt re jî li gorî mewlûdname û her sê helbestan bê kirin. Berhema Korikî ya nimûneya cureya ‘eqîdenameyê ji aliyê qewareyê ve berfireh e. Lê ji ber ku di ‘eqîdenameyan de mebest zanist e ev cure berhem ji aliyê estetîzma edebî ve lawaz in û di rengvedana taybetmendiyên zimên de zêde ne libar in.

Korikî ji bilî xwendina xwe ya medrese û terbiyeya terîqetê piraniya temenê xwe li derdora Batmanê derbas kiriye. Batman ji ber ku cîwarekî nû ye û koçberên ji herêmên derdor li vir niştecih bûne devokeke xwerû peyda nebûye. Her çiqas pêşiyên Şêx Qutbeddînê Korikî ji herêma Torê bin jî ji ber ku ji bav û kalan ve li derdora Batmanê niştecih bûne devoka malbatê guheriye û şopa devoka Torê ji holê rabûye. Her çend di nav hînterlanda Batmanê de ergatîvî -ji bilî herêma Torê- têk çûbe û Korikî li vir jiyabe jî dîsa jî di warê ergatîviyê de berhemên wî serkeftî ne. Korikî hevokên xwe li gorî rêzikên ergatîviyê bi kar anîne. Ji bo nimûne di malika jêrîn de forma “Te (ez) anîm” hatiye bikaranîn:

Şukur bo te ya Reb Xudayê Wedûd

Ji ewwel tune bûm te anîm wucûd (Korikî ‘Eqîdeya Îmanê, r. 1)

Di malika jêrîn de ji ber ku hevok dema borî ye û lêker gerguhêz e, lêker li gor bireserê hatiye kişandin:

Me tewbe ji van ẕenbê pîs ê muhîn

‘Etîdî bi newbet nivîsî yeqîn (Korikî ‘Eqîdeya Îmanê, r.39)

Korikî di berhemên xwe de taybetmendiyên devokekê bi eşkereyî bi kar neaniye. Zimanê wî têkel e. Di hin malikan de peyvên ku li derdora Batmanê û Xerzan tên bikaranîn tên dîtin. Ji bo mînak peyva “cih”ê bi şiklê “cî”yê, peyva “axaftin”ê bi şiklê “xeberdan”ê, peyva “sih”ê bi şiklê “sî”yê, peyva “din”ê bi şiklê “dî”yê bi kar aniye. Ji bo nimûne:

Munezzeh ji cî yû mekan û we mal

Li her cî bizan ḥażir e Ẕu’l-celal (Korikî ‘Eqîdeya Îmanê, r. 9)

Kelam e bi me‘na Xeberdan exî

Li ba te xelel tê nebe ey ṣefî (Korikî ‘Eqîdeya Îmanê, r. 9)

Bandora devoka Cizîrê jî li ser zimanê Korikî çêbûye. Ji ber vê Korikî di berhemên xwe de ji devoka Botan û Behdînanê sûd wergirtiye:

Bi ezmanê Eşhed dibêjim we hem

Di qelb de muṣeddiq we îqrar e hem (Korikî ‘Eqîdeya Îmanê, r. 8)

Serxweşê silka ṭerîq im ez bi cama Eḥmedî Badeya aba ḥeyatê ku bi kasa xalidî

Bi te ṣubbet fi’d-dihanî hem bi destê Seyyidî

Dê ṭereb bit qelb û balim muncelî bit ebedî

Seyyidê min rehberê min el eman Şahê Se‘îd (Korikî, Hazî Qesîdetu, r. 14)

Korikî ‘eqîdename û mewlûda xwe bi zimanekî sade û herikbar nivîsiye. ‘Eqîdename ji ber ku fêrkirina biçûk û mezinan kiriye armanc û mewlûd jî kevneşopiyeke gelî ye asta zimanê van jî li gorî têgihiştina gelî ye. Di her du berheman de Kurdî û ‘Erebî serdest in. Li gorî her du zimanan kêm be jî peyv an têgehên Farisî jî tên dîtin. Bi giştî dema li peyvên ku di her du berheman de hatine bikaranîn bê nihêrtin tê dîtin ku rêjeya bikaranîna peyvên Kurdî ji sedî nêzî 55-60, yên ‘Erebî li derdora ji sedî 35-40; ji sedî 5-10 peyv jî Farisî ne.

Hin nimûne ji peyvên Kurdî yên resen ku Korikî di berhemên xwe de bi kar anîne:

civîn, xeml, newroz, jar, hewar, xak, bîr, bêguman, guhdar, rûreş, dilbirîn, hûrehûr, xwestek, gêj, sistî, germî, kej, şepal, zarî, hevraz, neqencî, berjêr, piştxwar, jimar, mizgînî…

Di qadeke ilmî de çêkirina peyvên resen bi zimanê Kurdî ne hêsan e. Digel vê Korikî hewl daye ku sifetên subutî yên Xwedê bi termînolojiyeke Kurdî saz bike û digel ‘Erebî Kurdîya wan jî daye. Berawerdkirina sifetên subutî yên Xwedê di berhema Xanî û Korikî de:

Sifetên Xwedê bi Erebî Navlêkirina Korikî

Heyat Saxî

Qudret Quwwet

‘Ilm Zanîn

Îrade Vîn

Kelam Xeberdan

Sem‘ Bihîstin

Besar Dîtin

Korikî di beşa xatîmeyê ya ‘eqîdenameya xwe de ji Hz. Muhemmed dest pê kiriye û heta Şêx Muhemmed Se‘îd Seyda Cizîrî sîlsileya şaxa Basretê ya Neqşî-Xalidî biriye. Jêdera vê munacatê dîwana Mewlana Xalidê Şehrezorî ye û zimanê munacatê Farisî ye. Şehrezorî ji Cenabê Pêxember dest pê kiriye û heta Ebdullahê Dehlewî sîlsileya şêxên terîqeta Neqşebendîtiyê rêz kiriye. Hin kesayetên ku navên wan di vê sîlsileyê de derbas nabin lêbelê ji hela erbabên terîqetê ve rêz ji wan re tê girtin û girîngî bi wan tê dayîn (Bağdadî, 2013: 35) jî di munacatê de hene. Korikî tevlî çend guherînan vê munacatê wergerandiye Kurdî. Wî ev sîlsile li gorî şêweya xwe di duaya xwe de bi cih kiriye.

3.3.1. Unsurên ‘Erebî, Farisî û Tirkî

Di edebiyata klasîk de ji bilî zimanê sereke ku berhem pê hatine nivîsîn ‘Erebî û Farisî serdest in û bandoreke mezin li zimanê helbestvanan kirine. Şêx Qutbeddînê Korikî jî di berhemên xwe de ji bilî Kurdî hakimê zimanê ‘Erebî ye. Hinek Farisî û di cihekî de jî peyveke bi Tirkî bi kar aniye.

Hin nimûne ji peyv û têgehên ‘Erebî ku Korikî di berhemên xwe di bi kar anîne: Îbtîda, Surûr, seqîm, ‘uqûd, ‘ewnet, xîtam, cînan, mewcûd, keîb, xebîs, ẓulmat,‘ereq, cûd, mudewwen, telamîz, fîraş, lacerem, raġimê enfê ‘enîd, hamilê wehyê, behra ‘emîm, yewmi’l-kemed, nez‘a helqûm, berqê xaṭif, sifru’l-yed hwd. Korikî di hin helbestên xwe de ristan bi tevahî bi hevokên ‘Erebî honaye. Ji bo nimûne:

Ya Se‘îden, Ya Se‘îden Ya Se‘îden Ya Se‘îd Înnî kelbun basiṭun dehren zira‘ey bi’l-wesîd [24] Ente quṭbun ente ferdun ente şemsun ez ‘ebîd [25] Înnenî ‘ebdun ẓaîfun waqifun beyne’l-‘ebîd [26]

Murşidê min rehberê min el eman Şahê Se ̒îd (Korikî, Hazî Qesîdetu, r. 14) Korikî di berhemên xwe de kêm be jî cih daye peyv û têgehên Farisî jî. Ji bo nimûne: afîtab, geda, çunan, ba, çihar, rûsiya, şeh, şehzade, şahê merdan, mah, fîġan, pêşiwayê huda, ġar, dergevan, şehînşeh, gunah, nazidar, birader, girdîgar, serdefter, padîşahê huda, rehber, atêş, taremûr, dêm, lêb, cerg, hwd. Nimûneyek ji malikeke xezela wî ji bo peyvên Farisî:

Hesîr kirim şêrînlebê ṣuhtim bi şewqa ġebġebê

Tîr dane dil roj û şebê lew pare pare bû ciger (Korikî, Mîn Kelamî’l, r. 1)

Korikî bi Tirkî bi qasê ku me tesbît kiriye tenê peyva “kalın”ê ya Tirkî bi şiklê “qalind”ê ku di Kurdî de jî tê dîtin bi kar aniye:

Nebû Fexrê ‘Alem dirêj û zirav

Ne kin bû ne qalind bi kil bûn du çav

3.3.2. Hunerên Edebî

Ciwankarî di edebiyata klasîk de hêmanekî bingehîn e ku estetîzma berhemên edebî derdixe pêş. Mebesta berhemên Korikî yên menzûm -‘eqîdename û mewlûdname- ji ber ku ne huner e ji aliyê ciwankariyan ve qels in. Lê belê helbestên wî ji aliyê çêja edebî ve xurt in û bi hêman û mezmûnên edebiyata klasîk hatine ristin. Korikî hem di xezela musemmet de hem jî di her du muxemmesên xwe de gelek ciwankarî bi kar anîne. Korikî di xezela xwe de mezmûnên sereke yên helbesta klasîk wekî çeşm, dêm, xal, burh, leb, xebxeb, gerden, şepal, şeml, bisk, zulf hwd. bi kar aniye. Ji bo nimûne:

Hat dilbera burhên hîlal çeşmê belek gerdenġezal

Qeştin li dêman bûne hal wechê mudewwer wek qemer (Korikî, Mîn Kelamî’l, r. 1)

Korikî helbestên xwe hem baş honaye hem jî hunerên edebî bi awayekî serkeftî bi kar aniye. Mirov ji helbestên wî wek mînak dikare çend heb ciwankarî nîşan bide. Xakî di benda dawî ya muxemmesa jêrîn de hunerên mu’emma û tewşîhê (akrostîş)[27] bi awayekî serkeftî bi kar aniye:

Quṭbê dehra me ye Seyda ew ‘ezîzê Miṣr û Şam

Dîn û mecnûn mîn hewahû ṣaḥibê haẕe’s-siṭûr [28]

Bigre ewwel tu ji ewwel summe’s-sanî we’s-selam[29]

Edatu’t-te‘rîfê edxîl[30] îsmê naẓim bû ẓuhûr

Înnehû durrun ferîdun amir e b’emre Xuda (Korikî, Hazî Ma Qale, r. 11)

Bikaranîna çendîn huneran bi hev re hunera îbda’ê pêk tîne. Xakî li benda jêrîn bi rêzê di rista yekem de hunera tekrîrê, di ya duyem de îqtîbas û ya sêyem de teşbîhê bi kar aniye:

Ya Se‘îden, Ya Se‘îden Ya Se‘îden Ya Se‘îd

Înnî kelbun basiṭun dehren zira‘ey bi’l-wesîd [31]

Ente quṭbun ente ferdun ente şemsun ez ‘ebîd

Înnenî ‘ebdun ẓaîfun waqifun beyne’l-‘ebîd

Murşidê min rehberê min el eman Şahê Se ̒îd (Korikî, Hazî Qesîdetu, r. 14)

Korikî di benda jêrîn de bi riya tenasûbê di navbera peyvên ciger, sedr û hinav; mesrur, dilgeş û wîsal; lale, nesrîn û nergiz de têkileyek daniye.

Ciger û ṣedr û hinavim pare pare bî’t-teḥqîq

Tu bike mesrûr û dilgeş bi wîṣalê ey şefîq

Neẓer û feyḍê birêje carekî li qelbê ḥerîq

Lale û nesrîn û nergiz fî fuadî bin berîq

Murşidê min rehberê min el eman Şahê Se‘îd (Korikî, Hazî Qesîdetu, r. 15)

Xwedê di ayeteke di Qur’ana Pîroz de behsa serboriyeke Mûsa (s.x.l.) dike. Li gorî vê bûyerê Mûsa (s.x.l.) li Çiyayê Tûrê agirekî dibîne û berê xwe dide wî agirê da ku xeberek an pêtek ji bo germkirina malbata xwe jê bîne (Qesas/29). Korikî di benda jêrîn de ji vê ayetê bi riya îqtîbasê sûd wergirtiye û agirê li Çiyayê Tûrê wekî Şêx Seyda rênîşandêr dîtiye, ew şibandiye wê xetîreyê û wiha gotiye:

Hucceta ‘îda xwe girtin ehlê fuqhê min bi dûr

Min esîrê ji hilalê ebrûwanê pir bi nûr

Ah û efġanan dikêşim kulle ṣubḥîn we ‘uṣûr

Da li min meş‘el xuya bit ew ji cibhet mislê Tûr

Murşidê min rehberê min el eman Şahê Se ̒îd (Korikî, Hazî Qesîdetu, r. 13)

Muxemmesa ku bi rista “Min heye şahek ji şeyxan pur wefadar û kemal” dest pê dike û pesnê Şêx Seydayê Cizîrî dide asoya Xakî ya fireh nîşan dide. Em ji vê medhiyeyê fêm dikin ku Xakî çawa bi awayekî siruştî ji kesayetî û pirtûkên ilmî yên wekî Molla Camî[32], Haşiya ‘Ussamî[33], Şerha Şemsî[34], Keşşaf[35], Sawî[36] haydar e herwiha ji kesayetiyên dîrokî wekî

Yûsif[37], Asaf[38], Xusrew[39]û ji kesayetiyên edebî yên wekî Rûhîyê Şemsuddîn[40], Se‘dî[41], Fîrdewsê Tûsî[42], Ferezdeq[43] jî haydar û van agahîyan ji bo zanîn û pesnê şêxê xwe di helbesta xwe de bi kar aniye.

Encam

Şêx Qutbeddînê Korikî mirovekî seyîd, alim, mutesewif û edîb ê sedsala XXem e ku li derdora Batmanê jiyaye. Çawa ku ji berhemên wî jî tê fêmkirin mexlesa wî Xakî, terîqeta wî ya tesewifî jî şaxa Basretê ya Neqşiya Xalidî ye. Korikî hezkiriyekî zanîn û perwerdehiyê bûye. Lewra wî gelekî girîngî daye ilmê û xwestiye ku endamên malbata wî li kêleka xwendina medreseyê bi zanistên pozîtîf re jî eleqedar bin. Xwendina zarokên wî nîşaneya vê armanca wî ye. Li aliyekî din jî piraniya temenê xwe bi xwendin û bi perwerdekirina feqî û meleyan derbas kiriye. Seyda ji milê xwe yê ilmî û hîndariyê ve mirovekî çalak e. Korikî bi helbestvanîya xwe neyê naskirin jî li gorî berhemên wî yên li ber dest nûnerekî edebiyata klasîk e.

Bêguman di perwerdehiya wî de rola malbata wî heye lê belê di kemilîna ilmî û tesewifî de bandora Şêx Muhemmed Se‘îd Seydayê Cizîrî û dergahê wî gelek zêde ye. Ji ber ku dergahê Şêx Seyda hem dibistaneke ilmî-tesewifî hem jî edebî bû, ev dergah ji bo kemilîna aliyê wî yê ilmî, tesewifî û edebî bûye navgîn. Korikî piştî ku îcazeyên xwe yên ilmî û tesewifî standiye bûye xelîfeyê Şêx Seyda û wekî gelek alimên Kurdistanê berê xwe daye welatê xwe, ji bo xizmeta gelê xwe dest bi îrşadê kiriye û berhemên ku dê ji geşedana edebiyata Kurdî re bibin gavek, nivîsine. Korikî di nav dem û mercên dijwar de ku hem oldarî hem jî Kurdayetî di wê heyamê de ji bo sîstema fermî du diyardeyên xeternak dihatin dîtin, hem perwerdehiya dînî domandiye hem jî berhemên bi zimanê gelê xwe nivîsiye. Ev bijartin û helwesta wî bi zanayî ye. Ji ber vê yekê xwedî cihekî taybet e. Korikî her çiqas bi aliyê xwe yê dînî-ilmî derketibe pêş jî divê aliyê wî yê edebî jî neyê jibîrkirin. Korikî bi qasî ku em dizanin wek berhemên menzûm bi Kurmancî ‘eqîdenameyekê û mewlûdeke nîvco nivîsiye. Ji bilî van xezeleke muxemmes ku nezîreya xezela Mela Ehmedê Cizîrî ye û du medhiyeyan bi şiklê muxemmesê ji bo Şêx Muhemmed Se‘îd Seydayê Cizîrî nivîsiye.

‘Eqîdenameya Korikî ji bo edebiyata Kurdî ya klasîk wek mînakeke ‘eqaîdnameya menzûm, girîng e. Korikî ‘eqîdenameya xwe li gorî pergala edebiyata klasîk nivîsiye û wekî ‘eqîdenûsên din daye pey şopa Xanî. Bi vî şiklî kevneşopiya ‘eqîdenûsiyê domandiye û di ‘eqîdenameya xwe de ji aliyê şêwazê ve Ehmedê Xanî, Mela Huseynê Bateyî û Mela Xelîlê Sêrtî teqlîd kiriye. Korikî di ‘eqîdenameya xwe de sifetên Xwedê yên subûtî wekî ustadê xwe Xanî, bi termînolojiyeke Kurdî nivîsiye. Di destpêka ‘eqîdenameya xwe de wek sebebê te’lîfa berhemê destnîşan dike ku nûnerê herî girîng ê ekola Aqtepiyan Şêx Ebdurrehmanê Aqtepî ji xwe re kiriye mînak. Her çend şêxên terîqetê, sîlsileya terîqeta xwe bi piranî bi Erebî nivîsîbin jî Korikî di ‘eqîdenameyê de nûnerên sîlsileya şaxa Basretê ya Neqşî-Xalidî bi Kurdî rêz kiriye. Korikî di mewlûdnameya xwe de ji aliyê şêwe û rêzkirina beşan ve di bin bandora Bateyî de maye lê mixabin berhema xwe neqedandiye. Ji sê helbestên wî yên li ber dest helbesta wî ya ku bi rista “Min dî bi xef wexta seher selwa şepal zêrînkemer” dest pê dike bi çêja xwe xezeleke Melayê Cizîrî bi bîr dixe. Her du medhiyeyên ku li ser Şêx Seyda nivîsiye jî kûrahiya wî ya edebî nîşan didin. Şêx Qutbeddînê Korikî dildarekî Îslam û tesewifê ye. Her wiha ehlê hemiyetê û hezkiriyekî Kurdî ye.

[1] Zeynelabidîn Zinar cara pêşî di sala 2011an de li Stockholmê li Weşanxaneya Pencînarê bi navê “Dîwançeya Xakî, Haza Hediyet’ul Îxwan fî ‘Eqîdet’il Îman” xebatekî çap kiriye lê heta niha belav nekiriye. Pişt re heman xebat bi navê “Hediyyet’ul-Îxwan fî ̒Eqîdet’il-Îman, Dîwançeya Xakî” di sala 2017an de Weşanên Nurefşanê de hatiye çapkirin.

[2] Bnr. (Adak, 2012: 465-485); (Adak, 2017: 59-64); (Adak, 2019: 264); (Karaman, 2019: 38-40).

[3] Ev agahî ji aliyê kurê biçûk ê Şex Qutbeddîn, Seyîd ‘Ebdullah hatiye dayin.

[4] Mele Hesenê Tilmizî li derdora Batmanê kesayetekî ku di warê ilmê de xwedî otorîte bû. Li gundê Tilmizê meletî û muderisiyê kiriye.

[5] Mele Fexreddînê (Yıldız) ‘Ernasî an Batmanî. Ji ber ku jiyan û xizmetên xwe li Batmanê domandiye bêtir bi nîsbeta “Batmanî” tê nasîn. Di çardeh saliya xwe de ji bo xwendinê hatiye bal Mele Hesenê Tilmizî û îcazeya xwe ya ilmî jê standiye. Li mizgefta Ulu Camî ya Batmanê meletî-xetîbî kiriye. Ji Şex Seydayê Cizîrî di sala 1955an de xelîfetî standiye. Xebatên xwe yên îrşadê li mizgefta Hecî Şîrîn a li Batmanê domandiye. Di warê ziman û edebiyata ‘Erebî de gelek berhemên wî hene. Di sala 1972yan de li Batmanê wefat kiriye.

[6] Mecmûaya selewatan a ku ji aliyê Şêx Muhemmed b. Silêman el-Cezûlî (w.870/1465) ve hatiye berhevkirin. Bnr. (Uludağ, 1994: 113-114).

[7] Ev beş digel agahiyên tezê bi hin agahiyên nû hatiye zêdekirin.

[8] Ev agahî ji hêla kurê biçûk ê Şex Qutbeddîn, Seyîd ‘Ebdullah ve hatine dayîn.

[9] Ji bo agahiyên berfireh ên di heqê vê berhemê de li xebata mastirê dikare bê nihêrtin: (Numan Yurt, “‘Eqîdenameyeke Menzûm: Hazîhî Hediyyetu’l-Îxwan fî ̒Eqîdetî’l-Îman a Şêx Qutbeddînê Korikî”, (Teza Lîsansa Bilind, Zanîngeha Mardîn Artukluyê, Enstîtuya Zimanên Zindî yên li Tirkiyeyê Şaxa Makezanista Ziman û Çanda Kurdî, Mêrdîn 2019).

[10] Celal Yıldız. Biraziyê Şêx Qutbeddînê Korikî û kurê Mele Bawedîn e.

[11] Vê agahiyê kurê Şêx Qutbeddîn, Seyîd ‘Elî daye me.

[12] Wekî baranê bibare “her dem wiha bişid”.

[13] Xwedê zêde bike.

[14] Di dilê min de.

[15] Parsek e her dem li dergah Qutbuddînê pir “kêm, biçûk, qels.”

[16] Li cem fexrê pêxemberan wate, Resûlullah.

[17] Ew durr e, yekî tenê ye, bi emrê Xweda emir dike.

[18] Di vê beşê de hin agahiyên nû li agahiyên tezê hatine zêdekirin.

[19] Îqtîbas ji ayeta Kehf/18. Ez ew kûçik im ku piyê xwe li devê deriyê te dirêjkirî sekinî me. 20 Tu qutb î, yekî tenê yî, roj î; ez bendeyê te me.

[20] Nasnavê Şêx ‘Ebdurehmanê Aqtepî ye.

[21] Hace Muhemmed Bahauddîn el-Buxarî (j.718/1318- w.791/1389) Damezrînerê terîqeta Neqşebendîtiyê. Bnr.

(Tanrıkulu, 2016: 359)

[22] Leqeba Şêx Seyda Muhemmedê Cizîrî ye.

[23] Şêx Qutbeddîn di vir de bi peyva serê rista yekem û ya duyem îşaretî navê xwe kiriye. Dema bêjeyên “Qutbê” û “Dîn” ê li bin hev bên rêzkirin navê “Qutbuddîn” dertê holê.

[24] Ez ew kûçik im ku piyê xwe li devê deriyê te dirêjkirî sekinî me.

[25] Tu qutb î, yekî tenê yî, roj î; ez bendeyê te me.

[26] Ez ‘ebdekî qels im li nav ‘ebdên din rawestiya yî.

[27] Şêx Qutbeddîn ji bo navê helbestvan bê zanîn van huneran bi kar aniye û bi rista sêyem û çarem rê nîşanî xwendevanan kiriye. Her wiha bi peyvên serê rista yekem û duyem îşaretî navê xwe kiriye û dema ev her du bêje ji jor ber bi jêr ve bên xwendin navê “Qutbuddîn” dertê holê û hunera akrostîşê pêk tê.

[28] “Xwediyê van ristan ji kêfa” dîn û mecnûn e.

[29] Ji malika yekem û ya duyem bigre.

[30] Edata te‘rîfê jî bixe nav, hingê dê navê nazim eşkere bibe.

[31] Îqtîbas ji ayeta Kehf/18. Ez ew kûçik im ku piyê xwe li devê deriyê te dirêjkirî sekinî me.

[32] Ev pirtûkeke nehwê ye ku bi ‘Erebiyeke xwerû hatiye nivîsîn. Herwiha şerha pirtûka “Kafiye”yê ye. Nivîskarê wê Mewlana Camî ye.

[33] Mele ‘Ussam, feqîyê Mewlana Camî bû. “Haşiye” pirtûka ‘Ussam a ku li ser pirtûka Mewlana Camî ya bi nave “Camî” nivîsiye.

[34] Pirtûka Se‘dê Teftezanî ya ku naveroka wê mentiq e û xwerû bi zimanê ‘Erebî ye.

[35] Tefsîra Zemaxşerî ye.

[36] Şerha tefsîra Celaleyn e.

[37] Kurê Hz. Ye‘qûb û pêxemberekî Benî Îsraîlîyan ku bi bedewîtîya xwe navdar e.

[38] Wezîrê navdar ê Silêman pexêmber ku bi navê Asaf b. Berhiye tê zanîn. Di edebiyatên Rojhilatî de ev nav wek hemwateya “wezîr” tê bikaranîn.

[39] Lehengê çîroka Ferhad û Şîrîn e. Navê wî Xusrewê Perwîz e û nevîyê Nûşîrewan e.

[40] Mexlesa Şêx ‘Ebdurehmanê Aqtepî ye.

[41] Yek ji helbestvanên herî mezin ê edebiyata Farisî.

[42] Nivîskarê “Şehname”yê yê destana neteweyî ya Îranîyan.

[43] Yek ji sê helbestvanên mezin ê daşorînê yê di serdema Emewîyan de ku şêwaza kevin domandiye.

Sitemizden en iyi şekilde faydalanmanız için çerezler kullanılmaktadır.